Çemê Efrînê çemekî li Rojavaya Kurdistanê ye. Ew 139 km dirêj e. Ji Çiyayê Sofê li rojavaya Dîlokê dest pê dike û paşî dikeve navçeya Efrînê. Li Efrînê 55 km diherike û li paşiya bendava Meydankê li nêzî gundê Meydankê golek mezin çêdike. Çemê Efrînê bajarê Efrînê dike du beş. Di nav deştê Efrînê û Cûmê diherike heta gundê Sifriyê. Paşê dîsa dikeve Xetay û dû re ew û Çemê Reş digihêje Gola Amikê.
Ava Reş · Çemê Miradê û milên wî: Besta Şêx Birahîm · Besta Gelutan · Beste Qerekaye · Çemê Qopkîran · Çemê Çûme · Çemê Şeriyar · Besta Başme · Ava Hesenava · Çemê Gen
Çemên ku dikevin Behra Wanê: Çemê Delî · Çemê Oruç · Çemê Yenîkoprî · Çemê Gozal · Çemê Mermît · Çemê Bendmaha
Çemên ku dikevin Gola Wirmiyê: Çexetû û milên Çexetûyê.