Bihok

Bîhok

Biyok, bihok an jî bih an jî Sefergel(lat.:Cydonia oblonga) navê riwekekê ye ku dara wê dikare 3-6 metroyan bilind bibe.[1] Dareke kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û pembeyî ne. Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêkiya wê weke sêvan û hirmiyan e, lê ji wan mezintir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.

Welat û Dîrok

Fêkiyên bihan ji dema Akadiyan ve tên zanîn.[2] Welatê wê bi esehî ne kifş e, lê welatên wê weke Kurdistan, Ûzbekistan, Tacîkistan, Îran, Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Pakistan, Efxanistan tê pejirandin.

Çavkanî

Girêdanênd derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Bihok de hene

Wîkîferheng Wîkîferheng: biyok – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir