Cînav

Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Cînav, cînavk an pronav, di rêzimanê de, wek ku ji navê vê gotinê jî diyar dibê, ew gotin in ku mirov dikare bike şûna navekî. Cînav li goreyê awayê bikaranînê ji hev vediqetin: cînavên kesî (bi îngilîzî: personal pronouns), cînavên lêveger (reflexive pronouns), cînavên beremberiyê (reciprocal pronouns), cînavên nîşander (demonstrative pronouns), cînavên pirsyarkî (interrogative pronouns), cînavên têkiliyê (relative pronouns) û cînavên nediyar (indefinite pronouns)[1]

Celadet Alî Bedirxan ji bo cînavan peyva "pronav" bi kar anî[2].

Cînavên kesî, cînavên kesîn, cinavên kesaniyê, cînavkên kesane

Cînavên kesî yên kurdî

Kes Kurdiya bakur Kurdiya navendî Kurdiya başûr Lekî Hewramî Zazakî
neçemandî çemandî neçemandî çemandî
1. yekhejmar ez min min min mi min ez mi(n)
2. yekhejmar tu te to tu tu to ti to
3. yekhejmar (nêr) ew ew ew iw ad o ey
3. yekhejmar (mê) ade a aye
1. pirhejmar em me ême îme îme ême ma
2. pirhejmar hûn we êwe îwe hume şime şima
3. pirhejmar ew wan ewan ewan iwin adî ê înan

Cînavên lêveger

Cînavên beremberiyê

Cînavên nişander

Cînavên pirsyarkî

Cînavên têkiliyê

Cînavên nediyar

Çavkanî

  1. ^ Husein Muhammed (2016). Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan. Zimannas.wordpress.com
  2. ^ Celadet Alî Bedir-Xan (1994). Bingehên gramera kurdmancî. Wêşanên Nûdem, Swêd.

Girêdanên derve

Wîkîferheng Wîkîferheng: cînav – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir