Dewleta Filistînê
دولة فلسطين |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: Fida'i, Sirûda neteweyî ya Îraqê |
||||||
Dewleta Filistînê li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 32°0'0"Bk, 35°15'0"Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn | ||||||
Rêber | ||||||
• | Serokdewlet | Mahmoud Abbas | ||||
• | Serokwezîr | Mohammad Shtayyeh (2019–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 15 çiriya paşîn 1988 (Palestinian Declaration of Independence) | ||||
• | Rûerd | 6020 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 5.227.193 (2021) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +970 |
Filistîn (bi erebî: فلسطين, lat. Filastin) an jî Dewleta Filistînê (bi erebî: دولة فلسطين, lat. Dawlat Filastin) welateke li Rojhilata Navîn e navbera Deryaya Navîn û Urdunê de dimê. Ew bi erdnîgariyê wek di Meşrîqê de jî tê ditîn. Wê çiqas serxwebûna xwe daye zanîn û ji aliya hin dewletan hatiye naskirin jî ew di bin îşgala Îsraêlê de ye. Ew bi piranî ji hêla dewletên ereb ve tê naskirin.
Dîrok
Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên ewropî de Peymana Versayê hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Înglistanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe hîngê herêma Filistînê ji Îsraêl, Urdunê û Şerîta Xezeyê muteşekkîl bû.
Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937an de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Di sala 1939an de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêmkirin û kontrolkirin. Lê ev biryar jî ji aliyê cihûyan ve nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir.[1]
Di sala 1947an de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraêlê bir ber hizûra Neteweyên Yekbûyî. Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmê planek amade kir û di çiriya paşîn a 1947an de hatiye pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin. Di 14ê gulana 1948an de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka cihûyan serxwebûna dewleta Îsraêlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hatiye nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa Filistînê ve çûn. Lê Îsraêl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb standin. Di serêsala 1949an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Îsraêl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hatiye kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraêlê de, ji Xezeyê bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraêlê de hatiye parvekirin.[2]
Di sala 1964an de bi alikariya dewletên ereb, Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) hatiye avakirin. Têkiliya vê rêxistinê gelek bi Misirê ve hebû. Rêxistineke din bi navê El-Fetîh jî hatiye avakirin lê ti têkiliya vê rêxistinê bi dewletên ereb tinebû. Lê piştî salên 1969an de kontrola Rêxistina Rizgariya Filistînê ket bin destê El-Fetîhê de û El-Fetîhê dest bi çalakiyên gerîllayî kirin. Her wisa bi alikariyê Misirê di navbera Libnan û RRFê de peymanek hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê RRF dê li başûrê Libnanê bi azadî bikare tevbigere. Ev biryare ji têkiliyên Îsraêl û Libnanê jî dê bibe pirsgirêkek mezin.