FSB

Armaya FSB

FSB (kurteya bi rûsî: Федеральная служба безопасности Российской Федерации, Federalnaya slûjba bezopasnostî Rossiyskoy Federatsî, anku Ajansa Ewlekariya Federasyona Rûsyayê) saziya sîxuriya hundirîn a Rûsyayê ye.

Li ser hilweşîna YKSSê û KGBê bi armanca parastina ewlekariya Rûsyayê hatiye damezirandin. Borîs Yeltsîn berê di 21ê kanûna pêşîn 1993an de biryara hilweşandina wezareta hundirîn a YKSSê û damezrandina Saziya Federal bo Parastinê-FSK (Федеральна служба контрразведки-ФСК, Federalna slujba kontrrazvedkî-FSK) dax (îmze) dike.

Di 12ê nîsanê 1995an de bi fermî damezrandina FSBê tê pejirandin lê di rastiyê de pirr berê jî li ser kar bûye.

Peywirdariyên FSBê

  • Parastina dûgelê
  • Pêdiviyên îstîxbarî yên navxweyî
  • Parastina tixûbên Rûsyayê

Birêvebirên FSBê

  • Vîktor Pavlovîç Barranîkov (Виктор Павлович Баранников) (1992 — 1993) (MB)
  • Nîkolay Mîxaîlovîç Golûşko (Николай Михайлович Голушко) (1993 — 1994) (MB, FSK)
  • Sergey Vadîmovîç Stepaşîn (Сергей Вадимович Степашин) (1994 — 1995) (FSK, FSB)
  • Mîxaîl Îvanovîç Barûskov (Михаил Иванович Барсуков) (1995 — 1996) (FSB)
  • Nîkolay Dîmîtrîyevîç Kovalyov (Николай Дмитриевич Ковалев) (1996 — 1998) (FSB)
  • Vladimir Putin (Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn) (Владимир Владимирович Путин) (1998 — 1999) (FSB)
  • Nîkolay Platonovîç Patrûşev (Николай Платонович Патрушев) (1999 — jetzt) (FSB)
    • Sebastiyan Svaykoverovîç (Себастијан Сваиковеровитч) (1999 - niha) (cihgir)

Çavkanî