Gurgum
Gurgum Kahramanmaraş | |
Nexşeya parêzgehê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mereş (parêzgeh) |
Demografî | |
Gelhe | 412.252 (2010) |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 570 |
Koordînat | 37°35′7″Bk 36°55′36″Rh / 37.58528°Bk 36.92667°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Malper | www |
Wêne | |
Gurgum, (bi tirkî: Kahramanmaraş) serbajarê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Di çavkaniyên asuriyan de navê herêmê wek "Gurgum" derbas dibe, navê bajêr jî "Markasî" bû.[çavkanî hewce ye] Di dema romayiyan de nav wek "Gemanike" ji hatiye bikar anîn.[çavkanî hewce ye] Di dema îslamiyetê de nav wek Mereş ("Maraş") hatiye guhertin.[çavkanî hewce ye] Navê îro yê parêzgehê hê jî Mereş e.
Nav ji alî tirkan ve di sala 1973an de jî wek "Kahramanmaraş" hat guhertin.[çavkanî hewce ye]
Dîrok
Kronolojiya bajêr
Berî zayînê
- 1460 - 1200 Dema hîtîtiyan
- 660 - 612 Dema asûriyan
- 612 - 550 Dema medan
- 550 - 332 Dema persan
Piştî zayînê
- 17 - 395 Dema romayiyan
- 395 Dema bîzansiyan
- 632 Dema ereban
- 650 - 1103 Herêm ji alî desthiladarî pir caran di navbera ereb û bîzansiyan de dest diguhere.
- 1103 Dema selçûqiyan
- 1399 Dema osmaniyan
- 1978 Komkujiya Mereşê
Erdnîgarî
Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav parelelên 27° 11´ û 38° 36´ bakûr û merîdyenên 36° 15´ û 37° 42´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê û Meletyeyê ve, li rojava bi Edenê (Tirkiye) ve, li başûr bi Entebê ve û li rojhilat jî bi Semsûrê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pivana erda bajar 14.327 km² ye. Ji vî erdî 59,7% ji çiyan, 16,3% ji deshtan û 24,1% jî ji platoyan pêk tê.[çavkanî hewce ye] Li herêmê tene, ceh, nok, fasûlye, pembo, îsota sor, kixsên shekir û fêkî tên çandin.
Avûhewa
Îklîma herêmê nîvê reşayî û nîvê behrasipî ye. Havînan germ û zuha, li zivistanan jî sar derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Çiyayê herî bilind ê herêmê Nûrhaq e (3.081 m). Berit (3.014 m), Engizek (2.815m) û Axir (2.301 m) çiyayên din ên herêmê ne.
Deşt û zozan û gelî
Çiyarêzên Torosê
Li çiyarêzên Torosê bilindbûna platoyan digihîje 2.000 metreyî.
Deşta Albistanê
Dirêjbûna wî 50 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht di navbera çiyayên Nurhaq, Engîzek û Binboxa de ye.
Deşta Meraşê
Dirêjbûna wî 40 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Deşt li başûrê bajêr e.
Geliyên Ceyhan û Aksû
Geliyên Ceyhan û Aksû yên herî mazin ên li herêmê ne.
Çem û Gol
Çemê Ceyhan
Ji dora çiyayên deşta Albistanê dertê. Di nav hudûtên Edenê de diherike Behra Sipî.
Çemê Aksû
Şaxekî çemê Ceyhanê ye û li ser çemê Aksûyê jî bendava Qartalkaya û gola Qartalkaya hatine çêkirin
Çemê Çelkanî
Babetên heywanan
Li çiyayên Nûrhaqê qertel û baz hene. Ruvî, gur, kew û kewroshk jî li herêmê hene.
Navend 574.571
- Avşîn 82.662,
- Andirin 35.943,
- Cirîd (Çağlayancerit) 25.276,
- Cela (Ekinözü) 13.461,
- Albistan 140.493,
- Koksen (Göksün) 53.157,
- Nûrhaq 13.414,
- Bazarcix (Pazarcık) 68.843,
- Kirdoxlî (Turkoğlu) 67.886
Navçeyên Navend
- Dozdehsibat (Mereş)
- Zulqederoxlî
Tevahiya gelhê herêmê (tevlî gundan) 1.463.291 e.[çavkanî hewce ye]
Tevahiya gelhê herêmê 1.075.706 (2013).[çavkanî hewce ye]
Aborî
Serwetên bin erdê
Li herêmê ji bin erdê hesin, lînyît, boksît û manganez dertê.[çavkanî hewce ye]
Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Herêm ji alî tebîatê ve dewlemend e. Pir ciyên seyranan hene, wek Çinar, Kapiçam, şikeftên Dongele û Firniz. Germavên wek Cela, Zeytûn û Dongele ji ciyên vehêsanê ne ji bo gel.
Çand û huner
Zimanê kurdî yê Gurgumê
Zimanê kurdan gelek dewlemend e û herweha gelek zarav û devok hene. Devoka Gurgumê endamê zaravê kurmancî ye.[1]
- Kî nixwaş a neya (nêr)
- Kê nixwaş a neya (mê)
- Az nî birçî ma (nêr)
- Az nê birçî ma (mê)
- Xwârin (dema îro)
- ji bo keç/jinan (mê): Azê daxwama, Tê daxwa, Awê daxwa
- ji bo xort/mêran (nêr): Azî daxwama, Tî daxwa, Awî daxwa
Minakên bi devoka gurgumî
Devoka gurgumî | Kurdiya standard | |
---|---|---|
Az | ez | |
atê/dî | de/dayik | |
boron | baran | |
çov | çav | |
fara | fire | |
fîlor/pêlik | pêlav | |
gir | mezin | |
gurik | gore | |
hêşin | şîn | |
mari | lêzim / xêzan | |
monga | çêlek | |
niwon | mêvan | |
poş îni | şemi | |
tawobûn | xelas bûn | |
zohrik | zarok |
Dîn û civak
Nifûsa herêmê mislim in û ji mezhebên elevî û sunnî pêk tê. Kurd û tirk nifûsa herêmê teşkîl dikin.
Xwarênên herêmê
Xwarinên herêmî yên pirtir tên xwarin, kutilkên dagirtî, qawûrma di sêlêde û çemen e.
Şorba legen
Hevîr bi goşt û pîvazên sorkirî tê lihevxistin. Pişt re di siniyek de tên rêzkirin. Saca sorkirî tê serê û tê çêkirin.
Dondirma Mereşê
Mereş bi dondirma xwe yê taybetî li dinyayê bi nav û deng e.
Kincên herêmê
Zilam palto yên kin ku ji rê dibêjin "sako" li xwe dikin. Di bin de şalwar li xwe dikin. Di serî de kefî tê girêdan. Di nigan de jî qondere yan jî cîzme heye.
Jinên pîr du kefiyan bi tacek re li serê xwe girê didin. Keçên ciwan porê xwe girê nadin û kefî yê jî wek şerîdek li serê xwe girê didin. Fîstanek ku ji re dibêjin fermene (cepken) li xwe dikin. Derpiyek ku ji re dibêjin konçek (don) li xwe dikin. Di nigan de jî, qonderên rengîn û pêlavên lastîk hene.
- Aşik Mahsûnî (1943-2002)
- Elî Xeyder Lavandîs (Emekçî)
Çavkanî
- ^ http://www.bianet.org/bianet/sanat/142104-babamin-sesi-ve-maras-kurtcesinin-trajedisi (li gora "Mazlûm Dogan, ji reportaja "Babamın Sesi ve Maraş Kürtçesinin Trajedisi")