Hêra
Hêra Ἥρα / Ἥρη | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî |
Tekst | Îlyada |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Zeus |
Wekhev | |
Juno | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hêra (bi yewnaniya kevn: Ἥρα, lat. Hḗrā; bi latînî: Hera) an Hêrê (bi yewnaniya kevn: Ἥρη, lat. Hḗrē) di mîtolojiya yewnanî de şahbanûya xwedayan bû. Hêra xwedawenda zewacê û jinên zewicî bû. Ew jin û xwişka Zeus bû. Sembolên wî tac, gopal û teyrê tawus. [1]
Dilsozî li ber wê pir girîng bû. Bi taybetî jî dilsoziya malbat û yên navbera jin û mêran li ba wê pir bi qiymet bû. Çaxê ku ne dilsoziyek navbeyna jin û mêran bidîta hêrs diba. Ev hêrs bûn jî karaktera wê kirye karakterekî gelek dijwar. Mirovan jî di derheqê ne dilsoziya da her tim ceza dikir. Bûyina şahbanûya xwedawenda û bedew bûnê bedena wê, wê dikir xwedawendeke gelek qurre.
Mîta Wê
Li Samosê ango Argosê hatiye dinyayê. Ew jî wek xwişk û birayên xwe wextê hatiye dinyayê aliye bavê xwe, hatiye xwarin. Zeus wê ji bavê wê xilas kir. Destê Okeanos û yên Têtîsê tê xwedîkirin û mezinkirin. Paşî Zeus ra zewicî. Di nav nemiran de jina Zeus ya esil û ya dawî ew bû.
Sê zarokê Zeus û Herayê çêbû. Ew Arês, Îlîtiya, Hêbê ne. Zarokekî din ya Herayê çebû, ew ne ji Zeûsê ne ji kesî bû. Hera bi xwe bê tekilî çêkir kurê xwe Hêfestosê. Ew bû xwedawenda hesinkar.[2]