Hewag
Navçeya Hewagê Bozova | |
Cihê Hewagê di parêzgeha Rihayê de
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Hewag |
Qeymeqam | Mehmet Özel |
Hejmara nahiyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 76 gund |
Gelhe (2014) | 55,631[1] kes |
Rûerd | 1.620 km2 |
Berbelavî | 36,2 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2014) | 12.657 kes |
Koordînat | 37°21′47″Bk 38°31′31″Rh / 37.36306°Bk 38.52528°Rh |
Bilindayî | 590 m |
Koda postayê | 63850 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Hewag an Hewenc an jî Heweng (bi tirkî: Bozova) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e. Bermahiyên ji b.z. 7000î hatine dîtin. Rûber 1.580 km² ye. 38 km ji Rihayê dûr dikeve. Nifûsa navçeyê bi giştî (sala 2014î) 55,631 e. 76 gund û gelek mezreyê wê hene. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Ji piraniye gel Kurdin. Tenê gundê Yaslıca Tirkmene.
Erdnigarî
Hewag/Hewenc ji aliyê erdnigariyê ve navçeyeke girêdayî parêzgeha Rihayê ye. Li rojavayê wê Xelfetî, li başûr-rojavayê Bêrecûk, li başûrê Pîrsûs, li başûr-rojhilat û rojhilata wê bajarê Riha, li bakur-rojhilatê Hîlwan û li bakurê wê parêzgeha Semsûr disekinin. Bakur û rojhilata wê bi çiya û qot in û başûrê wê bi awayeke fireh duz û vekirî ye. Li rojhilata navçê piyên çiyayê Arat, li başûrê jî qotên çiyayên Qeplan hene. Bakur-rojhilata wê jî ji çola Hîlwanê pêk tê. Piyên Ferêt çemê Bîtîk û çemê Macûnlû erda navçê av didin. Navçe ji navenda parêzgehê 38 km dûr e û rûerda wê 1'550 km2 e. Jimara gelheyê xwe 55,631 e û pirraniya wê ji Kurdan pêk tê.
Floraya navçê dişibe ya deştan û li dora newalan komên darên biyan û yên hewran tên dîtin. Îqlima navçê havînan pir hişk û germ, zivistanan jî şil û sar dike.
Dîrok
Di dîrokê de Hewenc gelek navên cûda wergirtiye, û ev yek nîşanî meriv dike ku dîroka bajêr kûr e. Bi saya lêkolînên arkeolojîk bermayiyên kevnar hatine dîtin û dîroknas lewra texmîn dikin ku li vir 7250-5500 B. Z. mirov jiya ne.
Asûriyan ji bajêr re Asuranianu, romayî û ermeniyan Tormenapa û ereb jî jê re 'Telhuvek' gotine.
Gundê Şaşkan (Igdeli) ji bo tesbîtkirina dîroka navçê rolele girîng dileyze, ji ber ku di dala 1982an de li ser meydanê di nava girên Şaşkan ên biçûk û mezin de lêkolînên arkeolojîk hatin kirin û di encama vê lêkolînê bermayiyên dîrokî hatin dîtin û nîşanî dîroknasan dikin ku mirovan wê derê 7000 sal berî vê xwe bi cih kirine.
Yekemîn bermahiyên gihaneke medeniyetê ên neolîtîk ji çaxa kalkolotîk (5500-3200 B. Z) di çarçoveya kolandinên arkeolojîk ên li girên Qurban, Lidar (Hewenc) û Hasek (Siwêrek) hatine tesbîtkirin. Di çarçoveya heman kolandinan de gelek bermahiyên ji çaxa hesînî (3200 - 1800 B. Z.) hatine bidestxistin.
Herwiha, yekemîn şaristaniya ku li der û dorên Hewencê hatiye avakirin medeniyeta asûrî ya bi navê Asuranianu ye û ji 2000 heta 606 B. Z. hikm kiriye. Piştre herêma Hewencê ketiye bin destê Makedoniyan, Romayiyan û Bîzansiyan. Di sala 640an de, di dema pêxzmber Omer Riha bi saya Ubeyt îbnî el Cerrah dikeve nav destê misilmanan û bi vê yekê dibe beşeke erda misilanan. Ji sala 1402an heta 1516an bajar ji sefawiyan dikeve destê memlûkan û ji wan dikevz nav destê osmaniyan.
Li girê Lîdar di sala 1985an de kolandinên arkeolojîk ji aliyê Prof. Dr. Harald Hauptmann û çend endamên Zanîngeha Heidelbergê ve têne kirin û di encamê de tabletên kevirî yên ji dema Hîtîtan hatine bidestxistin. Li ser her du hêlan nivîsên nediyar hatine çêkirin û heta îro transkrîpsyona nivîsê nehatiye kirin.
Gundê Qentirman
Li ser dîroka gundê Qentirme zêde agahî tunebin jî, tê gotin ku dîroka gund gelek kûr e.
Gund navê xwe ji esereke dîrokî distîne, ev yek jî nêza camiyê disekine. Tê gotin ku ev eser gelek kevnar e. Li gorî lêkolînan Rêya Ebreşûm ji vê derê derbas bûye û ev eser weke cihê rênîsanderan hatiye bikaranîn.
Ev eser di herêmê nas be jî, di sala 1999an de cara yekemîn ji aliyê lêkolînerên ewrûpeyî hatiye kesfkirin. Li gorî lêkolîneran, dibe ku qentarme besa jêr a mîmareke Romayiyan e û berê li ser de xaneyeke (mezin a) depî sekiniyaye. Dibêjin bazirganên Rêya Ebreşûmê wextê ku ji Eyno cûne Edessayê ji vir ve derbas dibûne.
İnbaşı
İnbaşı ciheki diroki ye. Dirokê we heta İmparatoriya Romaye diçe. Şkeftên ko gelê Romaye çekirine hin hêne. Le mixabin li aliye dewletê tu şuxul tinneye ji bo restorasyon an ji ewlehiya derdore.
Gelhenasî
Sal | Jimara giştî | Hejmara bajêr | Hejmara gundan |
---|---|---|---|
1965[2] | 34.015 | 3.425 | 30.590 |
1970[3] | 38.013 | 4.853 | 33.160 |
1975[4] | 38.096 | 5.462 | 32.634 |
1980[5] | 36.390 | 5.597 | 30.793 |
1985[6] | 48.406 | 9.598 | 38.808 |
1990[7] | 56.812 | 16.745 | 40.067 |
2000[8] | 65.842 | 19.848 | 45.994 |
2007[9] | 58.150 | 14.450 | 43.700 |
2008[10] | 58.575 | 12.657 | 45.918 |
2009[11] | 57.789 | 11.712 | 46.077 |
2010[12] | 58.230 | 11.917 | 46.313 |
2011[13] | 57.750 | 11.567 | 46.183 |
Gundên xwe
- (Akmağara)
- (Arpalı)
- (Avlak)
- (Bağlıca)
- (Boztepe)
- (Budaklı)
- (Buğluca)
- (Bulancak)
- (Denizbacı)
- (Gerdek)
- (Gökören)
- (Hacıköy)
- (Ikizköy)
- (Incirli)
- (Kabacık)
- (Karakaş)
- (Karapınar)
- (Kargılı)
- (Kındırali)
- (Köseşahin)
- (Küçüktülmen)
- (Küpeli)
- (Ortaören)
- (Pirhalil)
- (Sağırlı)
- (Şeyhler)
- (Taşan)
- (Taşlıdere)
- (Tatarhüyük)
- (Tozluca)
- (Üçdirek)
- Adilpazarı (Özgören)
- Arpetin (Gözenek)
- Baltaşı (Baltaş)
- Bircik (Soğukkuyu)
- Büyüksıttıkale (Hisarlar)
- Çarmelik (Büyükhan)
- Cavsak (Ürünlü)
- Çeqmaq (Çakmaklı)
- Çîkan (Kırağılı)
- Çiqreş (Karaca)
- Curnus (Ortatepe)
- Dîna (Deliler)
- Dokuzağaç (Tunalı)
- Gulesor (Örgülü)
- Gunîg (Umutlu)
- Hajler (Hacılar)
- Hecûk
- Încirli
- Îrce
- Îrme
- Kanlıavşar (Şanlıavşar)
- Karacaviran (Karacaören)
- Kepirce (Keprice)
- Kiliçvîran (Kılıçören)
- Kîlig (Killik)
- Kîşika
- Kıylan (Dutluk)
- Kobik (Argıncık)
- Kurezer (Altınlı)
- Kurmî
- Kuruncautman (Kesmetaş)
- Maşik (Maşuk)
- Mülkviran (Mülkören)
- Nehrisait (Irmakboyu)
- Qalqan
- Qentirme (gund) (Türkmenören)
- Qewacix
- Qîla
- Qilîç (Akvirankılçık-Kılçık)
- Qizilkilîs (Konuksever)
- Qizler (Kızlar)
- Qoçwêran (Koçhisar) (?)
- Qosar
- Qovik
- Saf (Arıkök)
- Salucakacar (Kacarsallıcası)
- Salûce
- Sam (Ekin)
- Şeref
- Seyitviran (Seyitören)
- Sıçancık (Aylan)
- Şihlar
- Sizan (Sızan)
- sogilti (Söğütlü)
- Soxircix (Sığırcık)
- Tutluca (Dutluca)
- Üçkilise (Binekli)
- Ûzinmirç (Uzunburç)
- Bazikî (Yaylak)
- Zîwanli (Zivanlı)
- Xrawreşk(Yeniköy Mezrası)
Çavkanî
- ^ tuik
- ^ tüik, 3ê çiriya paşîn a 2012, Ji orîjînalê di 3 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2012