Kandaulês
Kandaulês keyê Lîdyayê ku di sedsala 7em berî zayînê de desthilatdarî kiriye. Li gorî mîtolojiya yewnanî ew ji binemala Hêraklês û kurê key Mêlês (Mîrsos) e.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/b7/William_Etty_%281787%E2%80%931849%29_%E2%80%93_Candaules%2C_King_of_Lydia%2C_Shews_his_Wife_by_Stealth_to_Gyges%2C_One_of_his_Ministers%2C_as_She_Goes_to_Bed_%E2%80%93_N00358_%E2%80%93_Tate.jpg/220px-William_Etty_%281787%E2%80%931849%29_%E2%80%93_Candaules%2C_King_of_Lydia%2C_Shews_his_Wife_by_Stealth_to_Gyges%2C_One_of_his_Ministers%2C_as_She_Goes_to_Bed_%E2%80%93_N00358_%E2%80%93_Tate.jpg)
Sedema navdariya wî ne desthilatdarîya wî bû. Ew xwediyê tevgereke bêrêz yên zayendetîyê bû. Ew dixwast ku partnêra xwe nîşanî kesên din bike. Piştre ev tevger bi navê hat navkirin.
Key Kandaulês gelek ji jina xwe hez dikir û her derê jî pesnê jina xwe dikir. Di nav leşkerên wî Gîgês kurê Daskîlos hebû, key gelek ji wî hez dikir. Gelek caran jî pesnê jina xwe jî ji wî re kiribû.
Rojek ji rojan key dîsa pesnê jina xwe ji Gîgês re dikir. Gîgês re got: ez dibêm qey çaxê ez pesnê jina xwe dikim tu ji min bawer nakî, naxwe were wê tazî bibîne. Gîgês pêşîyê vê pêşnîyarê qebûl nekir lê paşî neçar ma fermana keyê bi cih anî. Plana key wisa bû: jina wî bihata ser cihê wan cilên xwe derxista ti Gîgês jî temaşe wê bikira. Çaxê jin pişta xwe bizîviriya Gîgês bireviya.
Dest pê planê kirin key çû li ser cihê xwe, xwe dirêj kir. Gîgês jî hat xwe weşart kuncikekî. Bêhneke din xatûn hat dest bi cilderxistinê kir. Gîgês jî bi kêfxweşî dest bi temaşekirinê kir. Çaxê xatûn pişta xwe zivirî, Gîgês hewl da ku bireve xatûn wî dît. Lê xatûn texmîn kir ku ew kara bêedebî, ya mêrê wê ye ji ber wê deng nekir. Lê tê zanîn ku tazîdîtin di nav barbaran de tiştekî gelek şerm e.[1]
Xatûn heya sibê sebir kir, sibê gazî Gîgês kir. Du teklîf pêşnîyarê Gîgês kir. Got sûcê we herduya ez ketime nav şermekî mezin yan keyê xwe bikuje bibe key min jî ji xwe re bistîne, yan jî xwe bikuje min ji vê şermê xilas bike. Gîgês neçar ma teklîfa kuştina Kandaulesê qebûl kir.
Xatûn Gîgesê bir cihê ku Gîgêsê wê temaşe kirî weşart, kêrekî jî da destê wî. Çaxê Kandaulês hat Gîgês jî cihê xwe derket pê kerikê Kandaulesê kuşt, keyanî jî xatûn jî ma Gîgês re.[2]
Çavkanî
- ^ 10 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ 12 / Klio Dîroka Hêrodotos