Pezmijoka Nîlê
Pezmijoka Nîlê. | |
---|---|
Pezmijokek Nîlê li Gola Manyara, Tanzania | |
Rewşa parastinê
| |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Reptilia |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Lacertilia |
Famîle: | Varanidae |
Cins: | Varanus |
Binecins: | Polydaedalus |
Cure: | V. niloticus |
Navê zanistî yê latînî | |
Varanus niloticus (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna pezmijoka Nîlê. |
Pezmijoka Nîlê (Varanus Nilocticus), lê navê (lêgwana avê) jî heye ku ji zimanê holendî hatiye.[2] Pezmijoka Nîlê, cureyek e pezmijokan ji binecinsa Polydaedalus û ji famîleya pezmijokan (Varanidae) e.
Şayes
Dirêjiyê pezmijoka Nîlê qasî 120-162 cm û carinan digihîje 244 cm. Giraniyê pezmijoka Nîlê qasî 5.9-15 kg.
Belavbûn
Pezmijoka Nîlê, ser dirêjiya çemê Nîlê li Sudan û Misrê teve herêmên navîn û başûrê Afrîkayê dijî ye, lê li çol û peydan nayê dîtin.[3][4]
Xwarin
Pezmijoka Nîlê, pezmijokek e goştxwer e. Pezmijoka Nîlê, balinde, guhandarên biçûk, qapûşk, masî, beq, cirnîsê biçûk tevî hêkên cirnîsan, mar û kêzan dixwe.
Çavkanî
- ^ IUCN Red List and search for Varanus niloticus
- ^ Varanus niloticus, The Reptile Database
- ^ "Reptile Specialists(Nile monitor)". Ji orîjînalê di 7 îlon 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 hezîran 2013.
- ^ Varanus niloticus (Nile monitor) info
Girêdanên derve
Varanus niloticus, ser Wîkîcureyê.