Pirasa
Pirasa | |
---|---|
Ji pirasayê re "qurad" jî dibêjin. | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Pirasa, carnan pirase yan porrîse (Allium ampeloprasum an Allium porrum), cureyekî riwekê ji çîna Allium e ku di famîleya sîr û pîvazan de cih digire. Navê bi piraseyê ji kurdî/îraniya kevn tê. Di hîtîtî de garassar[çavkanî hewce ye], di yewnaniya kevn de prasînos[çavkanî hewce ye] e. Li Kurdistan çandiniya wê kêm e. Kurd bêhtir ji pîvaz û sîrê hez dikin[çavkanî hewce ye].
Riwekeke dusalane ye, heya 60–80 cm bilind dibe. Xwarbar e, di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Bi taybetî di şorbe, hêyavk û kiloran de. Li Zagrosan, bakurê Mezopotamyayê bo cara pêşîn hatiye xwarin. Karkerên di pîramîdên Egîptê (Misir) de xebitîne jî pirasa dixwaribûne[çavkanî hewce ye]. Yek ji bernavkên Nero, porrophagus ("pirasaxwur") bûye.
Pirase vîtamîna C, K, asîda folîk, kalyûm, kalsiyûm, magnezyûm, mangan û hesin dihewîne[çavkanî hewce ye]. Biharbêhna wê jî tê çêkirin[çavkanî hewce ye].
Çavkanî
Girêdanên derve
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4a/Commons-logo.svg/30px-Commons-logo.svg.png)