Qenxal, anku Qenẍal, an jî Qengal (bi tirkî: Kangal) yek ji navçeyên herêma Kurdistanê ye û bi bajarê Sêwasê ve girêdayî ye. Di sala 1902ê de bûye navçe.
Tê gotin ku navê navçeyê bi zaraveyê zazakî ye lê etîmolojiya navên kurdî hêj bi giştî nehatiye kirin.[çavkanî hewce ye] 90 km ji Sêwasê dûr e.
Ev navçe bi cureyê segên (kûçik, kûtik) xwe tê naskirin. Segê bi navê "Segê nêçîrê"[çavkanî hewce ye] yan "Segê Qenxalê" dişibin segên nêçîrê yên almanan û pirranî polîs wan bikartînin{Çavk}.
Gelhenasî
Navend 12.099 û bi giştî jî 37.049 (sala 2000î). Lê bi fermî 246.868 kes li ser navçeyê tomarkirî ne. Pirraniya gel ji ber xizanî û pêkutiyên dewletê koçber bûne. Şik di statîstîkên fermî yên herêmê de hene.