Rûviya birçî[2] (bi latînî: jejunum) yek ji sê beşên rûviya zirav e. Ew li piştî dozdehgirêk tê û li paş wê rûviya badayî tê. Rûviya birçî heta 2 m dikare dirêj be.
Anatomî
Rûviya birçî ji çemeya dozdehgirêk-rûviya birçî (Duodenojejunal flexure) destpê dike. Xwîn digihêne wê bi rêyê xwînberên rûviyê birçî, ya ku ji xwînbera rûviyan a jorîn derdikeve. Gorra 4-5 xwînberên rûviyê birçî hene û ew bi hev tên girêdan wek torek ji xwînboriyan çê dikin. Ev xwînboriyan di (mesentery) de ne, ya ku rûviya birçî û a badayî bi dîwarê hindirrî zik girê dida. Xwînhênerên rûviyê birçî li kêleka xwînberên wê diçin û di xwînbera rûviyan a jorîn diherrikin.