Tom Felton
Tom Felton | |
---|---|
Esil | Keyaniya Yekbûyî |
Pîşe | Lîstikvan, stranbêj |
Salên çalak | Ji 1997an heta îro |
Malper | tomfelton |
biguhêre |
Thomas "Tom" Andrew Felton (jdb. 22ê îlona 1987 li Epsom, Surrey, Înglistan) lîstikvan û stranbêjekî brîtanî ye. Ew bi taybet bi rola xwe ya Draco Malfoyê ve di fîlmên Harry Potterê tê nasîn.
Jiyan
Tom Felton li taxa Kensington a Londonê, wek kurê Peter û Sharon Felton ji dayik bû.Di heft saliya xwe de, ew dest bi stranbêjiyê li koroya dêrê kir û di dema xwe de bû endamek gelek koroyên din.Ew bi malbata xwe re li Surrey dijiya û beşdarî dibistanek seretayî ji bo kuran bû.
Ji heşt saliya xwe de Felton li ber kamerayê sekinî. Ew di 1997 de di rolê Peagreen Clock de di fîlma The Borrowers de hat nas kirin.Di sala 1999an de ew di rola Louis Leonowens de tevî Jodie Foster di fîlma Anna û şah de dilîst.Digel rola sêrbaz Draco Malfoy di fîlmên Harry Potter de ew di dawiyê de navneteweyî jî navdar bû .
Digel û piştî fîlmên Harry Potter, Felton di rola piştgiriyê de li ser projeyên din jî hate destnîşan kirin.
Fîlmnîgarî
Fîlm
Sal | Sernav | Rol | Têbînî |
---|---|---|---|
1997 | The Borrowers | Peagreen Clock | |
1999 | Anna û şah | Louis T. Leonowens | |
2001 | Harry Potter and the Philosopher's Stone | Draco Malfoy | Ew fîlm li DYAyê li ser sernavê Harry Potter and the Sorcerer's Stone weşandî bû |
2002 | Harry Potter and the Chamber of Secrets | ||
2004 | Harry Potter and the Prisoner of Azkaban | ||
2005 | Harry Potter and the Goblet of Fire | ||
2007 | Harry Potter and the Order of the Phoenix | ||
2008 | The Disappeared | Simon Pryor | |
2009 | Harry Potter and the Half-Blood Prince | Draco Malfoy | |
2010 | Harry Potter and the Deathly Hallows – Part 1 | ||
2010 | White Other | Ray Marsden | Filmeke kurt |
2010 | Get Him to the Greek | Himself | Cameo |
2010 | 13Hrs | Gary Ashby | |
2011 | Harry Potter and the Deathly Hallows – Part 2 | Draco Malfoy | |
2011 | Rise of the Planet of the Apes | Dodge Landon | |
2012 | The Apparition | Patrick | |
2012 | From the Rough | Edward | |
2013 | Belle | James Ashford | |
2013 | In Secret | Camille Raquin | |
2014 | Against the Sun | Tony Pastula | |
2016 | Risen | Lucius | |
2016 | Message from the King | Frankie | |
2016 | A United Kingdom | Rufus Lancaster | |
2016 | Sheep and Wolves | Grey (deng) | dûblaja îngilîzî |
2017 | Megan Leavey | Andrew Dean | |
2017 | Feed | Matt Grey | |
2017 | Stratton | Cummings | |
2018 | Ophelia | Laertes | |
TBA | Whaling | Brandon | Post-production |
Wêneguhêz
Sal | Sernav | Rol | Têbînî |
---|---|---|---|
1998 | Bugs | James | Beşa: "Pandoras' Box" |
1999 | Second Sight | Thomas Ingham | Fîlma wêneguhêzê |
2000 | Second Sight 2: Hide and Seek | Thomas Ingham | Fîlma wêneguhêzê |
2005 | Home Farm Twins | Adam Baker | beşên nenas |
2013 | Labyrinth | Viscount Trencavel | Rêzefîlma biçûka wêneguhêzê |
2013 | Full Circle | Tim | rêzefîlma biçûka wêneguhêzê |
2014 | Murder in the First | Erich Blunt | Serlîstikvanî (sezona 1) |
2015 | Tom Felton Meets The Superfans | Hevpeyiver | Derhêneriya yekemîn |
2016–2017 | The Flash | Julian Albert / Alchemy | Rola dîsahatî (sezona 3) |
2018 | Origin | Logan | In post-production - Serlîstikvanî (10 beş) |
Dîskografî
EPs
- Time Well Spent (2008)
- All I Need (2008)
- In Good Hands (2009)
- Hawaii (2011)
Singles
- "Silhouettes in Sunsets" (2008)
- "If You Could Be Anywhere" (2010)
- "Time Isn't Healing" (2008)
Navzedî û xelatên wergirtî
Agahiyên din
- Ew pêşiyê xwe ji bo rolên Harry Potter û Ron Weasley pêşkeş dikir.
- Ji bo rola xwe ya Draco Malfoyê ew geleka porê xwe ye zêr-çûr biçilmisînya.
- Ji serî de ew dixwast di pey perwendişa dibistana xwe ye masîgirîzanî bixwîne. Ew ema wê raman ji bo lîstikvanî ber de.
- Ji çend salan ew li ser navê Feltbeats muzîk dike .