Şaneya demarê
Şaneya demare , demareşane an tevineka demarê[1] (bi inglîzî: nervous tissue) yek ji çar corên sereke yên şaneyên mirovan. Mêjî û demar jê pêk tên. Du cor xaneyên di şaneya demarê de hene, demarexaneane (neuron) û xaneya glîa (neurogila).
Demarexane pêwendî hev dibin bi rêyê gehînke (synapse). Demarexane sê beşên wê hene, laş (soma), çeqik (dendrite) û tewere (axon). Cihên di mêjî de yên ku laşê demarexaneyan kom dibin, ew gewr tê xuya dibin û jê re keristeya gewr (grey matter) tê gotin. Cihên ku tewereyên demarexaneyê kom dibin, spî xuya dibe û jê re keristeya spî (white matter) tê gotin.
Şêrpençiya tevineka demarî
Çavkanî
- ^ Hüseyin Bektaş (2004)
- Anatomiya Bedena Mirovan, (Hüseyin Bektaş) û Gîyanê mirovî, (Ezîz Reşîd Akreyî).