1997 – Gerîlayê kurd yê bi navê Baqî Tatli yê bi eslê xwe ji Meletiyê, di 20 saliya xwe de li navenda bajarê Çewlîgê çalakiyeke cangorî li darxist.
1909 – Rojnamevan Hesen Fehmî û 3 hevalên wî yekem car ji ber sedemên polîtîk hatin kuştin.
1999 – Gerîlaya kurd ya bi navê kod Rûken ku bi eslê xwe ji Gimgimê bû, li Çêrmeyê jiyana xwe ji dest da.
2016 – Li Silopiyê hêzên kurdî bi rokêtavêjan êrîşî polîsên tirk kirin. Di encamê de polîsek mir û çar jî brîndar bûn û ji aliyê walîtiyê ve qedexeya derketina derve hatiye îlan kirin.[1]
Cîhan
1794 – Georges Jacqus Danton bi giyotînê hat kuştin.
1931 – Filîstîniyan di serokatiya Îzeddîn Qassam de li hemberî dagirkerên brîtanî bi fiîlî cîhad dan destpêkirin.
1971 – Di bûyerên tundûtîjiyê yên li Pakistanê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.
1986 – Li Berlîna Rojava dîskoyeke ku leşkerên tirk û amerîkan têde bûn, hatiye bombekirin.