14ê sibatê
<< | Sibat 2025 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | |||||
3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 |
10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 |
17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 |
24 | 25 | 26 | 27 | 28 | ||
Rojên salê |
Bûyer
Kurdistan
- 1925 – Bi Serhildana Şêx Seîd re herêma Dara Hênê ket destê hêzên kurd.
Cîhan
- 1859 – Oregon, bû dewleta 33em a DYAyê.
- 1876 – Dahênerê telefon Alexander Graham Bell ji bo patenta wê serî lê da.
- 1912 – Arîzona, bû dewleta 48em a DYAyê.
- 1929 – Heft dijminên gangsterê navdar Al Capone li Şîkagoyê hatin kuştin. Ev weke qetlîma roja evîndaran hate binavkirin.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Pragê ji aliyê hêzên Brîtanyayê ve bi şaşî hate bombebarandin.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Mostarê ji aliyê partîzanên Yûgoslavyayê ve hate rizgarkirin.
- 1981 – Di klubeke şevê ya Dublinê de, ji sedema şewatê 48 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1987 – Ji aliyê dewleta tirk ve biryar hate dayîn ku mirovên li 234 gundên Dêrsimê bişînin bajarên Mersîn, Antalya, Izmîr û Muxlayê.
- 1994 – Li dijî avahiya Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Enqereyê êrîşa bombeyî pêk hat. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
- 2005 – Li Bêrûtê serokwezîrê berê yê Libnanê Rafik Harîrî hat kuştin.
Jidayikbûn
- 1869 – Charles Wilson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1938 – Christian Lous Lange, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
Cejn û salveger
- Roja evîndaran rojeke taybet e ku li gelek welatan di 14ê sibatê de tê pîrozkirin. Ev roja ku eslê wê li ser baweriya Dêra Katolîk a Romayê ye, wekî cejnek ku li ser navê ruhanî yê bi navê Valentîn hatiye ragihandin derketiye holê.