Destane
Destane, lepik, destgork xwekirineke bo destan e. Ji bo parastin, aksesûar, germxwedîkirin û werzişê tên bikaranîn. Tên refandin (ristin), an ji çerm, kaûçukê ûêd tên dirûtin.
Dîroka wê gelek kevn e. Ji vir 3 hezar salan berê wekî îro bo gelek armancan dihatibûye bikaranîn. Med, egîptî (misir), romayiyan gelek cureyên lepikan bipêşxistine.
Dirûvên sereke yên destgorkan
- Destaneyên pênctilî
- Destaneyên dutilî (bêçiya serî û bo çarên din jî yek tilî)
- Destaneyên bêçîqutkirî
Hin cureyên lepikan
- Destaneya ji têgeriyan (înfeksiyon) diparêze
- Destaneya di laboratûarên kîmyayê de tê bikaranîn
- Destaneya bijîşk bikartînin
- Destaneya basketbolê
- Destaneya boksê
- Destaneya zivistanê
- Destaneya ji çermê
- Destaneya kar (gelek cureyên wê hene, ji bo her karekê lepikek)