Kartaca
Kartaca
| |
---|---|
Bajar-welat, emporion û bajarê kevnare | |
Kartaca li ser nexşeyê | |
Koordînat: 36°51′9.209″Bk 10°19′24.460″Rh / 36.85255806°Bk 10.32346111°Rh | |
Parzemîn | Afrîka |
Dewlet | Tûnis, Vandal Kingdom, Împeratoriya Romê, Ancient Carthage, Împeratoriya Bîzansê, Xelîfetiya Emewiyan, Amazîx, Fatimî |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | Sedsala 9an b.z. |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kartaca an jî Kartago (bi latînî: Carthago; bi erebî: قرطاج; bi yewnaniya kevn: Καρχηδών, lat. Karkēdōn; bi zimanê fînîkî: קרת חדשת , Qart-Hadašt ango bi kurdî "dewleta Nû"[çavkanî hewce ye]) dewleteke dema Antîk li Afrîkaya Bakur nêzî îroj Tûnis serfirazî ajotî bû. Paytexta Kartacayê bi hevşêwe navê bû. Niştêwarên Kartacayê ji aliyê romayiyan de wek pûnikan (ji Fînîkyayê hat afirandî bû) dihat navandin. Ew dera Kartacayê serfirazî ajotî bû îroj di fransî de wek Carthage, erebî jî wek قرطاج Qartaca) tê navandin û li Tûnis e.
Erdnîgarî
Bajarê Kartaca li beravên Deryaya Navîn 10 km li rojhelata paytexta Tûnisê îroj bi hevşêwe navî diketî bû. Kartaca koloniyeke fînîkiyan bûn. Ji bo şûna xweya nêzi Tengava Sîcîlya wan derya navîn kontrol dikir.
Ziman
Li Kartacayê zaravayekî zimanê fînîkî dihat axaftin.
Dîrok
Sazî
Dewleta Kartacayê di sedsala 9em b.z. an sedsala 8em b.z. ji aliyê fînîkiyan ve li bajarê Sûrê (Tyre, Libnan) hatî bû sazandin. Ew wek Qart-Hadast ango wek dewleta Nû hatî bû navandin. Gorî hin arkeolojîk delîlan saziya wê wek 814 b.z. tê diyarkirin.
Dema fînîkiyan
Di herdu sedsalên pêşin kartaciyan li Sûr serbixwe bûn. Paş welatê fînîkiyan di 6em sedsala b.z. de ji aliyê persan ve hat dagirkirin şûnda ewna ji fînîkiyên kevin bi tûnî bû bûn. Ji pê re wan bi komkeştiya xwe ya bihêz li Sîcîlya, Sardînya, Korsîka, Balear, beravên Afrîkaya Bakur, beravên Spanyaya li başûr Deryaya Navîn kolonî peyda kirin. Dema bi Yewnanistana Kevn têkoşîn kirin jî wan hêza xwe dewam kirin. Wan bi etrûskan ve li ser yewnanan bandoreke mezin kir.
Dewletê hêza xwe ji komeştîyen xwe distand. Di 4em sedsala b.z. û 3em sedsala b.z. de kartaciyan bi 400.000 nitewarên xwe ve dewleta herî dewlemenda dor Deryaya Navîn de bû.
Di navbera 280 b.z. û 275 b.z. de navbera Roma û koloniyên kartaciyan de Cenga Pirrî derket.
Şerê Pûnîk ê yekem
Ji pê sê Cengên Pûnîk li dijî romayan re dewleta Kartaca ya hilweşî bûn. Şerê Pûnîk ê yekem (264 b.z. - 241 b.z.) romayiyan ji kartaciyan Sardînya û Korsîka standin.
Şerê Pûnîk ê duyem
Di Şerê Pûnîk ê duyem de (218 b.z.– 202 b.z.) ji pê derketina sefera Hannibal (Hanîbal) ser Romayê re derket. Wî bi artêşa xwe ve li Îtalyayê êrîşa Romayê kir û gelek cengan de bin xistin. Ceng li Afrîkayê dewam kir û Romayê bi dawî artêşa Hannibal li wir bin xist.
Şerê Pûnîk ê sêyem
Şerê Pûnîk ê sêyem (149 b.z. - 146 b.z.) bi dorpêçkirina romayiyan a bajarê Kartacayê re dest pê kir. Ji pê dorpêçkirineke sê salan re Romayê bi serdariya Publius Cornelius Scipio Aemilianus Africanus Kartaca di 146 b.z. de paytexta dewletê dagir kir. 50.000 dimatiyên dana romayan û ji pê re jî wek sklav hatin firotin. Bajar bi tûnî hat talan û xopan kirin. 122 b.z. de kartaciyan dîsa li dijî Romayê serîhildan. Bi dawî Julius Caesar pê derbaza textê bû re 46 b.z. de Kartaca şûnda saz kir. Di 29 b.z. 3000 kes li Kartacayê bicih bûn.