Pel
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/thumb/2/25/Pel%C3%AA_Hej%C3%AEr%C3%AA.jpg/200px-Pel%C3%AA_Hej%C3%AEr%C3%AA.jpg)
Pel, belg, pelçim di giyayan de organê karê behnê, fotosentez, transpirasyon (xwêdandan)ê bi cîh dihêne. Di gewd û şaxên kêlekî de buharê şên dihê û mezinbûna wê piştî demekê disekine. Payîzê rengê zer dibe û ber çile ve jî diweşe.
Di wêjeyê de axilbe jî di helbestê de pel wek hevalekî bayê ciyekî girîng digre.
Beşên pel
- Mista pel an lamîna: ciyê ku fotosentez, xwêdan û bêhn lê pêk dihê.
- Petiyol: karê ragihandinê bi cî dihêne
- Bazis: qûnik û mista pel bi giya ve grê dide.