Peymana Kevin
Peymana Kevin navê çîrokên olî û pîroz ên ayîna filehtiyê ne û beşa pêşîn a Kitêba Pîroz e. Beşa wê ya diduyan Peymana Nû an jî Încîl e.
Pirtûkên Peymana Kevn
39 pirtûkên Peymana Kevin ev in:
- Tewrat:
- Destpêkirin (bi îbranî: בְּרֵאשִׁית; bi yewnaniya kevn: Γένεσις, lat. Génesis; bi latînî: Genesis)
- Derketin (bi îbranî: שְׁמוֹת; bi yewnaniya kevn: Ἔξοδος, lat. Éksodos; bi latînî: Exodus)
- Qanûna Kahîntiyê, Lewiyan Case (bi îbranî: וַיִּקְרָא; bi yewnaniya kevn: Λευιτικόν, lat. Leuitikón; bi latînî: Leviticus)
- Hijmartin, Hijmartinê (bi îbranî: בְּמִדְבַּר; bi yewnaniya kevn: Ἀριθμοί, lat. Arithmoí; bi latînî: Numeri)
- Dubarekirina Şerîetê, Vegerandin li Qanûnê (bi îbranî: דְּבָרִים; bi yewnaniya kevn: Δευτερονόμιον, lat. Deuteronómion; bi latînî: Deuteronomii)
- Pirtûkên dîrokî:
- Yêşû
- Hukumdar, Hakiman
- Rût
- Samûêl I, Pirtûka Samoyêl a pêşîn
- Samûêl II, Pirtûka Samoyêl a diduyan
- Padîşah I, Pirtûka Padîşahan a pêşîn
- Padîşah II,Pirtûka Padîşahan a diduyan
- Dîrok I, Pirtûka Tarîxê a pêşîn
- Dîrok II, Pirtûka Tarîxê ya diduyan
- Ezra
- Nehemya
- Ester
- Pirtûkên helbestî:
- Pirtûkên Pêxemberan:
- Îşaya
- Yêremya
- Lorînên Yêremya
- Hezekiyêl
- Daniyêl
- Hoşêya
- Yoêl, Yowêl
- Amos
- Obedya
- Ûnis, Yûnis
- Mîxa
- Nehûm
- Habaqûq
- Sêfanya
- Hagay
- Zekerya
- Melaxî
Tevahiya van pirtûkan hem ji aliyê cihûyan ve, hem jî ji aliyê hemû bawermendên filehan ve tên pejirandin. Herweha hin pirtûkên din jî hene ku bi tenê ji aliyê xiristiyanên ne protestan (mîna katolîk û ortodoksan) ve tên pejirandin.
Pirtûkên Peymana Kevin berî hatina Îsa Mesîh bi zimanê îbranî an aramî hatine nivîsandin.