Peyv
Di zimanzanistî da, peyv (an jî bêje) yekîneka zimanî ye ko ramanê digehînit û ji morfîmekê an zêdetir ko kêm-zêde bi hevra girêdayî ne pêk dihêt û ji aliyê fonetîkê ve cihê xwe heye. Bi awayekê nimûneyî (tîpîk), her peyvek ji morfîmeka kok an bingehîn û gîrekeka sifir an zêdetir pêkdihêt. Peyv digehin hev da hevokan an nîvhevokan û hevoksaran pêkbiînin.
Zehmetiya pênasekirin û diyarkirina peyvê
Herçind e ko di piraniya awayên nivîskî yên zimanan da, peyv bi navberan ji hev dihên cidakirin, di hindek zimanên nivîskî yên mîna Çînî û Japonî da, peyv di nivîsînê da ji hev nahên cidakirin. Di zimanên dî yên mîna Inglîzî an Kurdiyê jî da, carina peyv hene ko cidacida dihên nivîsîn û navber parên ji hev cidayên wan ji hev vediqedînin. Mînakên wê di zimanê Inglîzî da ev in: ice cream, cell phone.
Pirsgirêk nemaze wê demê girantir dibit ko mirov qala zimanên sîntetîk yên mîna Inuktitut bikit ko gelek keriyên peyvanî bi hevra girê didin. Ev kerî gelek bi zehmet ji hev dihên veniyasîn û cidakirin. Hindek zimanên mîna Vîyetnamî hêşta zehmettir in jî, ji ber ko ramana navberê hemî caran jihevveqedandina peyvan nîne û gerek ji naveroka axivtinê mirov bizanit ka peyv kî ne.