Qabilcewz (navçe)

Navçeya Qabilcewzê
Sason
Sason
Bajarê Sasonê, 2012
Navçeya Qabilcewzê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Qabilcewzê
Navçeya Qabilcewzê
Koordînat: 38°20′1″Bk 41°25′13″Rh / 38.33361°Bk 41.42028°Rh / 38.33361; 41.42028
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBatman (parêzgeh)
SerbajarSason (Qabilcewz)
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan47 gund
Qada rûerdê
 • Giştî732 km2 (283 sq mi)
Bilindahî
885 m (2904 ft)
Nifûs
 (2008)
33.295[2]
 • Berbelavî45,5/km2 (118/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
11.363
Koda postayê
72500
Koda telefonê(+90) 488
biguhêreBelge

Qabilcewz an jî Sason[3], (bi ermenî: Սասուն, Sasun, bi tirkî: Sason) yek ji navçeyên Batmanê ye.

Rûberê navçe 710 km² ye. Gorî hejmartinên sala 2000î hejmara niştecihên navendê 9.825 û bi giştî jî 37.122 ye. Aborî li ser çandiniyê, xwedîkirina ajalan, karê mozhinguviyê, hilberîna gûzan û titûnê ye.

Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Bi belavbûna ola îslamê û hatina artêşên ereban ve navê navçeyê bûye Qabilcewz, ango "wargehê gûzan". Navê navçeyê di qeydên dîrokî de wekî bajar derbas dibe û bingeha vê navê ji dema ûrartûyan tê. Di dema osmaniyan de bi Amedê ve, bi avabûna Komara Tirkiyeyê re bi Sêrtê û di sala 1990î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan.

Îro di gundên navçeya Qabilcewzê bi piranî kurd û kurmancî diaxivin. Li hin gundan jî zimanê erebî xeber didin.

Bîst û sê çiyayên Sasonê

  • çiyayê Karmilêh
  • çiyayê Karnêk (Kornêk)
  • çiyayê Arziv

Di rojhilatê de

  • çiyayê Fersek
  • çiyayê Sipirgîs
  • çiyayê Kêkirnûs
  • çiyayê Pûragan
  • çiyayê Şînas

Di rojavayê de

  • çiyayê Helqîz
  • çiyayê Qendil
  • çiyayê Halûra (Ḧalûra)
  • çiyayê Qemtûra
  • çiyayê Dêrqeretin
  • çiyayê Herşewat (Ḧerşewat)

Di bakur de

Di başûr de

  • çiyayê Lele
  • çiyayê Helizdirunan
  • çiyayê Şelaş
  • çiyayê Mirîçine
  • çiyayê Kekwas
  • çiyayê Milêxaçê[3]

Çemên Sasonê

  • çemê Artirêre
  • çemê Kuskêt[3]

Pêşangeha wêneyan

Çavkanî

  1. ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
  2. ^ tuik, 2008
  3. ^ a b c Bedirxan, Celadet Alî (1998). Hawar, 1932-1943. Stokholm: Nûdem. r. 692 (27:1941).