Sahara
Beyabana Sahara, çola Sahara, şorezara Sahara, herana Sahara yan çolistana Sahara mezintirîn beyabana erdê ye. Rûerda wê li dora 9 milyon km² ye. Meziniya wê nêzîkê DYAyê ye.
Navê wê
Di zimanê Egîpta kevn (Misira kevn) de jê re „ceret“ („beyaban“) digotibûne. Bi erebî sahra dibêjin û nav ji erebî belav bûye. Gelê Tûaregî „welatê yên li derve yan welatê derveyî“ dibêjin. Ereb herwiha al kubra „beyabana pirr mezin“ jî dibêjin. Romaya antîk Terra Deserta ango bêcihwar/welatê hatiye terikandin gotine.
Dewlemendiya binerdî
Li Saharayê kanên mezin ên petrolê hatin vedîtin. Çola Alcerya û ya Lîbyayê ji aliyê petrol û erdgazê ve pirr dewlemen de. Hewriha xwê, komir, zêr, mangan, hesîn, ûran, tîtan (element), fosfat ûêd jî pirr in li van beyabanan.
Cihwarbûn
Kêm kes li van beyabanan dijîn. Pirraniya niştecihan ereb, berberî, tûaregî ne. 40 % ji gelê wê koçber in. Beyabana Lîbyayê hema bigire xofxalî ye ji mirovan, ango kes li wê najî.
Girêdanên derve
- Li ser Saharayê ji „pirtûka wêneyî ya Afrîkayê“ (ji Alcerya berî bi Agadezê) Girêdana arşîvê 2010-10-28 li ser Wayback Machine
- Flora î faûnaya Sahara (frz.) Girêdana arşîvê 2011-11-27 li ser Wayback Machine
- TU-Berlin, Inst. f. Ökologie, LV Kehl, subtropisch - tropische Trockengebiete, speziell Sahara. Girêdana arşîvê 2011-11-07 li ser Wayback Machine (almanî)