Rozagul ji du peyvan pêk tê, roza û gul. Roza cureyê almasteke pembe ye, ji xişrê vê almastê re bi kurdîroza tê gotin. Roza ji bo gulên rengên wan dişibin xişrê almastê jî tê bikaranîn. Di zimanên ewropayî de bêjeya roza herwiha di wateya gul de ye.
Taksonomî
Endamên famîleya rozagulan dar, devî yan giha ne. Bi qasî 90 cins û 3.000 cureyên riwekan hene di vê famîleyê te. Lêkolînên nû yên molekûlarbiyolojiyê daye nîşandan ku tasnîfkirinên berê yên li ser vê famîleyê têr nakin, hin cins bi şaşî hatine dabeşandin, di rastiyê de endamê famîleyên din in. Gotûbêjên riweknasan bidawî nebûne.
Rînêrîya belavbûyî, rihana giskê (Filipendula ulmaria)Tûrika bejî (Agrimonia eupatoria), ji Sanguisorbeae.Zîvnixum (Alchemilla anisiaca), ji Potentilleae.Waldsteinia ternata, ji Colurieae.Gihaberûya spî (Dryas octopetala), ji Dryadoideae.Gîjok an rîxok (Prunus spinosa), ji Amygdaleae.Babadek an qurçimoka bayê ya belgiyayî (Spiraea × vanhouttei), ji Spiraeeae.]]
Neillia ribesioides, ji Neillieae.Neviusia alabamensis, ji Kerrieae.Exochorda racemosa, ji Osmaronieae.